YSK ji bo gera duyemîn careke din belgeyên dengdêran dişîne

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) ragihandiye ji bo hilbijartina gera duyemîn ya serokkomariyê ku dê 28ê Gulanê bê kirin ji bo hemû dengderan dê "belgeya zanyarî ya dengder" careke din bê şandin.

Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) roja Pêncşemê 18ê Gulana 2023an li ser gera duyemîn ya hilbijartina serokkomariya Tirkiyê biryareke nû da.

Li gor biryara YSKê di hilbijartinên serokkomariya Tirkiyê ku dê 28ê Gulanê gera duyemîn bê kirin ji bo hemû dengderan dê belgeya zanyarî ya dengder bê şandin.

Beriya niha hatibû ragihandin ku 28ê Gulanê jî dê heman belgeya 14ê Gulanê bê bikaranîn lê AK Partiyê ji bo tevlîhevî çênebe ji YSKê daxwaz kiribû ku ji bo gera duyemîn belgeya dengderan careke din bê şandin. YSKê jî ev daxwaz qebûl kiriye û biryara wê yekê daye.

Li gor zanyariyên YSKê welatî dikarin li ser sîstema e-dewletê cih û hejmara sindoqa ku dê dengên xwe bikarbînin bibînin.