Tirkiye dikandarên ziyanmend qerebû dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê piştî nêzîkî 3 hefte qedexeya seranserî qonaxa normalbûnê destpê dike. Serokkomarê Tirkiyê di civîna kabîneya hikûmetê de bo qerebûkirina dikandar û kasibkarên ku ji ber qedexeyê zerar dîtine, pakêteke aborî ragihand. Di pakêtê de li zêdeyî 1 milyon û 384 hezar dikandaran, dê 4 milyar û 622 hezar lîre bên belavkirin. 

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got "Dixwazim niha mizgîniya ragihandina pakêta hevkariya dikandaran bi we re parve bikim. Bi vê pakêtê em dixwazin alîkariya dikandar û esnafên ku neçar mane di serdema Coronayê de dikanên xwe bigirin û zerar dîtine bi awayê du grûp alîkariya wan bikin."

Dikandar û esnaf bo du grûpan hatine dabeşkirin. Grûpa yekem ji 235 hezar cihên kar pêk tê. Bo yek carê dê 5 hezar lîre alîkarî bo wan bê dayîn ku ev jî dike nêza 600 dolarên Amerîkî. Eger ev alîkarî li ser 15 mehên belavbûna Coronayê li Tirikiyê bê dabeşkirin bo her mehekê 333 lîre tên dayîn û ev jî dike 40 dolar.

Grûpa duyem jî ji nêzîka yek milyon û 150 hezar cihên kar pêk tê. Tenê bo carekê 3 hezar lîre alîkarî bo wan tê dayîn ku dike 360 dolar. Eger ev jî li 15 mehên belavbûna Coranayê li Tirkiyê bê dabeşkirin, her meh dike 200 lîre ango 24 dolar. Beşek ji partiyên opozîsyonê rexenyên tund li desthilatê digrin û di wê baweriyê de ne ku ev pakêta aborî tenê  bo li hev helalkirinê ye.

Berdevkê CHPê Faik Oztrak dibêje "Xelk dibîne hûn çi dikin. Li nav wan welatên ku dahata wan a niştîmanî hevawa ye, yek ji wan 3 hikûmetan in ku herî kêm alîkarî dane welatiyan. Ew dikandarê hûn jê re dibêjin dikana xwe bigre, berê xwe dide kongre, merasîmên miriyên we û xwarinên we yên fitarê û li ber xwe dide, ne bo efûkirinê, bo lêpirsîn û hesabxwestinê li benda sindoqa dengdanê ye."

Ligel belavbûna Coronayê li Tirkiyê asta qeyrana aborî kûrtir bûye. Li gor amarên Yekîtiya Borsa û Odeyên Tirkiyê di 3 mehên yekem ên îsal de 128 hezar dikan hatine girtin. Hejmara kompanyayên ku îflas kirine bûye 4 hezar û 620. Ji ber vê yekê jî hejmara bêkaran roj bi roj zêdetir dibe.

Li gor amarên fermî di dema yek salê de hejmara kesên bêkar 1 milyon û 478 kes zêde bûye. Di Adara îsal de hejmara bêkaran 9 milyon 204 kes hatiye tomarkirin û li Tirkiyê 34.4 milyon kes deyndarê bankeyan in.