Erdogan qurbaniyên Somayê wek “şehîd” pejirandin
Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan rênimayek daye hikûmeta xwe ku kesên di karesata kaniya komira navçeya Somaya Manîsayê jiyana xwe ji dest dane wek “şehîdên sivîl” yên dewletê bên pajirandin.
Li gor medyaya Tirkiyê, Erdogan di rênimaya xwe de xwestiye ku qurbaniyên Soma wek “şehîd” bên pejirandin û hemû malbatên wan mûçeyê ji dewletê bistînin û kar ji endamên wan malbata re bê dabînkirin.
Hat ragihandin ku wê hikûmeta Tirkiyê di vê heftiyê de vê rênimaya Erdogan gotûbêj bike û birayarê li ser bistîne.
Hikûmeta Tirkiyê ev qanûn ji bo qurbaniyên komkujiya Reyhanliyê ku di çalakiyeke terorîstî li 11 gulana 2013an de jiyana xwe ji dest dane derxist.
Li gor dawî amarên fermî yên hikûmeta Tirkiyê, 301 karekerî di kaniya komira Somayê de jiyana xwe ji dest dan.