Cîgirê Erdogan bi Fethullah Gulen re hevdîtin pêk anî

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç li wilayeta Pensîlvaniya ya Amerîka bi melayê navdarê tirk Fethullah Gulen re hevdîtin pêk  aniye.

Li gorî nûçeya televîzyona CNN Turk, cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç ku digel serokwezîr Erdogan çûye Amerîka, duh (17.05.2013) li mala Fethullah Gulen li wilayeta Pensîlvaniya ya Amerîka bi Gulen re hevdîtin pêk anî.

Di nûçeyê de hat gotin ku haya Erdogan ji hevdîtina Arinç û Gulen hebûye ji ber ku Erdogan beriya ku serdana Amerîka bike li balafirxaneya Enqereyê ji rojnamevanan re ragihandibû ku tu rêgiriya wî li hember hevdîtina bi Gulen re nîne.

Derheqê naveroka hevdîtinê de tu agahiyek nehatiye belavkirin.

Fethullah Gulen ku temenê wî 72 sal e, ji aliyê hêzên layîk ên Tirkiyê bi taybet artêşa wî welatî ve bi “avakirina dewletek îslamî” dihat tohmetbarkirin lewma 22ê Tebaxa 2000ê derheqê wî de doz hat vekirin.

Gulen piştî pêvajoya 28ê Sibata 1997ê ku wek “kûdetaya postmodern” li dijî hikûmeta wê demê tê binavkirin, bi hêceta nexweşiyê çû Amerîka û heta niha venegeriyaye Tirkiyê.