Li Tirkiyê 24 ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê ji ber parvekirinên li ser hesabên medya civakî, Serdozgariya Komarê ya Tirkiyê bi hînceta ku xwestine tevlîheviyê çêkin di derbarê gelek kesan de lêpirsîn dabû despêkirin û 24 kes hatin girtin.

Di vê lêpirsîna ku ji aliyê Serodozgariya Komarê ve piştî erdhejê, li Bakurê Kurdistanê û Tikriyê hatibû despêkirin de, 771 hesap ji aliyê Rêveberiya Ewlekariyê ya Tirkiyê ve xistibûn jêr çavdêriyê.

Ji vê hêjmarê di derbarê 395 hesaban de lêpirsîn hatibû despêkirin. Di encama vê lêpirsînê de 127 kes bi tohmeta ku parvekirinên wan dibin sedema tevlîheviyê hatibûn desteserkirin.

Ji kesên hatîn desteserkirin îro 18ê Sibatê 2023ê, 24 kes derketin pêşberî dozger û dadgehê biryara girtina wan da.

Ji aliyeke din ve jî bi hînceta ku xwestine karê sixtekariyê di vê dema erdhejê de bikin 76 malperên fermi yên înternetê hatine daxistin. Her wiha di derbarê 15 hesabên pilatformên civakî yên li ser medya de jî lêpirsîn hatiye despêkirin.