Şaredariya Îzmîrê taxeke Kurdan xira dike
Hewlêr (Rûdaw) - Îzmîr yek ji wan bajaren e ku bi milyonan Kurdên Bakurê kurdistanê ji bo debara jiyana xwe berê xwe dane. Li wî bajarî, şaredariyê li taxa Kedîfekaleyê ku piraniya wê Kurdan dest bi xirakirina xaniyan kiriye.
Îzmir sêyemîn bajarê mezin yê Tirkiyê ye. Ev zêdetirî heftiyekê ye tîma Rûdawê li wir e û rewşa Kurdên wê metropola Tirkiyê di aliyê civakî û aborî de vediguhêze. Piraniya Kurdên ku li Îzmîrê dijîn, ji bajarê Mêrdînê ne û li taxa bi navê Kadîfekale dijîn. Lê niha şaredariya wî bajarî dixwaze wê taxê vala bike û Kurdên li wir jî belav bike. Jixwe beşekî wê taxê hatiye xerabkirin jî. Lê Kurdên Îzmîrê naxwazin ji Kadîfekale derkevin û jiyana xwe ya ku bi sala ye li wir rêk xistine, biguherin.
Herbiya Alan yek ji wan kurdan e li Îzmîrê ji dijî. Roja ku ew ji dayîk dibe li Mêrdînî şereke mezin di navbera 2 eşîran çêdibe loma navê wê jî dikin Berbiye.
Herbiya xanim tevî malbata xwe ji ber herbên di navbera hêzên dewletê û PKKê salên nodî berê xwe didin Kadîfekaleyê ew niha bi vê tenûrê nan dipêje û debara xwe û zarokên xwe dike. Lê şaredariya Îzmirê dixwaze xaniyê wê û bi hezaran Mêrdiniyên din xira bike.
Hemwelatî Herbîye Alan dibêje: “Me li Mêrdînê jî ji xwe re kar dikir niha jî em ji bo jiyana xwe kar dikin. Ez nan dipêjim hem ji bo me û hem jî em vî nanî difiroşin û debara xwe pê dikin. Ji me re dibêjin em dê van deran xirab bikin û dê pere bidin. Dibêjin ji vir herin, ew dixwazin Kurmanc ji vir herin. Kesên ku xaniyan wan hene dê pereyekê kêm bidin wan û yên din jî dê bi neçarî firaqên xwe bigrin û biçin.”
Kedîfekale bi kolanên xwe yên teng bi rewş û xemla xwe ya cuda bi gelek taybetiyên xwe weke Mêrdîneke biçûk tê bi navkirîn. Ferxedîn jî nêzîkî 30 salên xwe û 9 zarokên xwe li wê taxa xwedî dike lê niha tirsa wî jî ew e ku şaredarî bi navê jinûve avakirina bajêr xaniyê wî ji wî bistîne.
Hemwelatî Fexredîn Çiçek jî got: “Xelk naxwaze ji vir derkeve. Ji ber ku ev dere ji me re xweş e. Em hemû bi hev re dijîn, ji me re pir bedew e. Em hemû bi hev re ne û em alikariya hevdu dikin. Lê egr em herin em dê bikevin daireyan ku kêrî me nayên. Zarokê me pir in derûcîran ji me aciz dibin.”
Li Kedîfekale heta niha çend taxên Kurdan hatine valakirin û xaniyan wî hatine herifandin. Niştecihên taxên Kurdan li niyeta şaredariyê bigoman in. Tirsa wan ew e ku xaniyên bêne îstimakkirin û qerebûya wan jî bi başî neyê dan.
Hemwelatî Abdurahma Acikgoz jî wiha axivî: “Her dema xaniyên me xirab bikin tiştek nadin me. Bidin jî dê tiştekî kêm bidin. Vêca ka em çi bikin bi zarokên xwe em dê bikevin der û kolanan. Xaniyê babê min û birayê min sê tebeq bû xirab kirin nîviyê wê dan. Armanca wan ew e ku me belav bikin. Berê dema em dihatin me digot em dê herin Mêrdînê Biçûk lê niha weke nokên ber bayê em ji hev dur xistin ji xwe plana wan jî ew bû.”
Muxtarekî yek ji taxên Kedîfekale jî bang li şaredarî û rêveberiyên peywendîdar dike ku ji bo jinûveavakirin taxên Kurdan komisynek were avakirin û xelkên wan taxan neyê mexdurkirin.
Mixtarê Taxa 19 Mayisê Mustafa Sayar jî got: “Ji bo bicihkirina projeya jinûveavakirina bajêr pêwîst e fikra xelkê bipirsin. Eger ji bo xaniyekî sê qat tenê xaniyek bidin, xelk dê nerazî bibe. Em dibînin hin kesan xaniyên wan 3 qat bûne, lazim e ku sê xanî ji wan re were dayîn.”
Şşaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê sala 2007ê bi biryarnameyeke encumena şaredariyê plana ji nû ve avakrina Kedefîkale derxistibû û heta niha beşek zêde ya xaniyên kevin hatine xirabkirin nêzîkî salekê ye prose ji ber coronayê hatiye sekinandin.