Dîroka diyarkirina mûçeyê kêmane hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî yê Tirkiyê Vedat bilgîn got “Em dê roja Sêşemê di danûstendinên mûçeyê kêmane de bigihîjin rêkeftinekê. Em dê li ser asta mûçeyê ku karkerên me hêvî dikin û kardêrên me dikarin bidin li hev bikin.”

Vedat Bilgin di serdana xwe ya Serokatiya Parêzgeha Erziromê ya AK Partiyê de bi bîr xist ku Komîsyona diyarkirina mûçeya herî kêm dê roja Sêşemê bicive.

Bilgin diyar kir ku di hevdîtinê de dê di mijara mûçeyê kêmane de li hev bikin û wiha got:

“Em dê roja Sêşemê di danûstendinên mûçeyê kêmane de bigihîjin rêkeftinekê. Em dê li ser asta mûçeyê ku karkerên me hêvî dikin û kardêrên me dikarin bidin li hev bikin. Mûçeyê kêmane mûçeyek e ku dewleta civakî karmendan diparêze. Belê mûçeyê kêmane dewlet nade, kardêr didin lê dewlet lihevkirina li ser mûçeyê kêmane ku karkerên xwe biparêze diyar dike. Ê me jî li vê derê fonksiyona me ya bingehîn ev e. Me gelek pirsgirêk çareser kirin, em dê vê jî çareser bikin.”

Bîlgîn diyar kir ku ew hêvî dikin ku piştî sêşemê nûçeyên lihevhatineke erênî ya ji bo Tirkiyeyê li ser mûçeya kêmtirîn bê parvekirin.