RAPIRSÎ - Ferqa di navbera partiyan de zêde dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiyeke Navenda Lêkolînan a Dienê, ferqa di navbera CHP û AK Partiyê de zêde dibe û DEM Partiyê jî partiya sêyemîn e.

Navenda Lêkolînan a Dienê encama rapirsiya xwe ya dawiyê ya derbarê hilbijartinan de belav kir.

Ew rapirsî navbera 10-15ê Çiriya Paşîn a 2024an li 16 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gel 2 hezar û 451 kesan hatiye kirin.

Di rapirsiyê de ji beşdaran hatiye pirsîn, “Eger hilbijartin bê kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?”

Li gorî encamên rapirsiyê ji sedî 32,1ê beşdarvanan gotiye ku ew dê dengê xwe bidin CHPye ku di hilbijartinên xwecihî yên adara îsal de ûibû yekem partî.

Ji sedî 27,6ê beşdarvanên rapirsiyê jî gotiye ku ew dê dengê xwe bidin AK Partiyê ku 22 sal in li ser desthilatê ye.

Li gorî apirsiyê DEM Partî jî ji sedî 11,3yê dengan bi dest dixe û bi vê yekê jî dibe partiya sêyam a siyasî li Tirkiyeyê.

Encamên Rapirsiyê wiha ne:

Hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?

CHP: Ji sedî 32,1

AK Partî: Ji sedî 27,6

DEM Partî: Ji sedî 11,3

MHP: Ji sedî 8,4

Yenîden Refah: Ji sedî 6,2

ÎYÎ Partî: Ji sedî 4,1

Partiya Zaferê: Ji sedî 3.9

TÎP: Ji sedî 2,6

Partiyên din: Ji sedî 3,8