Bekîr Bozdag: Êdî herkes dikare bi kurdî parastina xwe bike
Hewlêr(Rûdaw) - Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bekîr Bozdag dibêje, yê ku dixwaze li dadgehên Tirkiyê de parastina xwe bi zimanê Kurdî bike dikare bike û tu astengî li hember wê nemaye.
Bozdag li bajarê Yozgatê ji çapemeniyê re axifî û got, êdî telefîzyonên ku dixwazin bi zimanê Kurdî jî weşana xwe bikin, bi rehetî dikarin bikin.
Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê diyar kir ku, eger heta niha li hinek dadgehan ew sîstema parastina bi zimanê kurdî nemeşiyabe, ew ne kêmasiya wane, ji ber ku ew yasa bi awayekî nivîskî derket û hat belavkirin.
Wek tê zanîn zimanê kurdî berî derketina vê yasayê, bi her awayî li Tirkiyê qedexe bû.