Otomobîla ji Erziromê diçû Konyayê qeza kir: 4 mirî û 2 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qeyseriyê yê Tirkiyeyê otomobîlek wergeriya 4 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Qeza demjimêrên serê sibeha îro li ser rêya Qeyserî-Meletiyê çêbû.

Otomobîla bi şofêrtiya S.D. ji kontrola şofêr derket û wergeriya.

Li ser agahdarkirina polîs û tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Di qezayê de T.A, Z.B, F.B. û H.A. yên di nav otomobîlê de canê xwe ji dest da û şofêr S.D. û Z.A. jî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birêndar birinNexweşxaneya Zanîngeha Erciyesê ya Qeyseriyê.

Piştî pişkinînan cenazeyên her çar kesên canê xwe ji dest dabû jî birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qeyseriyê.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, kesên di nav otomobîlê de ji Erziroma Bakurê Kurdistanê ji bo şîna kesûkarên xwe diçûn bajarê Konyayê yê Tirkiyeyê.