Li Stenbolê girtina rojnamevanên Kurd hat protestokirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firat jî di nav de hejmarek sendîka û komeleyên rojnamevanan civiyan û daxwaz kirin ku 16 rojnamevanên Kurd ên girtî bên azadkirin.

Serokê Sendîkaya Havza-Iş a ser bi Konfederasyona Sendîkayên Şoreşger a Tirkiyê (DISK) Faruk Eren amaje bi wê yekê da ku girtina rojnamevanan û pêşnûmeya sansurê anîna rojevê ne tesadufe û ev bi armanca hilbijartinê hatine kirin.

Serokê Sendîkaya Havza-Iş a DISKê Faruk Eren got, “Azadiya ragihandin û xwe îfadekirinê li ber ji nav çûnê ye. Tirkiye di proseya hilbijartinê de ye. Herî dereng dê hilbijartin di nav salekê de çêbibin. Berî hilbijartinê pêşnûmayek xistin rojevê. Em vê pêşnûmeyê wek pêşnûmaya sansûrê dibînin. Êdî tiştekî ku rojnamevan bikin nemaye tenê dê karê xwe bikin. Divê civak xwedî li mafê xwe yê agahdarbûna ji rastiyan derkeve.”

Di çalakiyê de beşdaran wêneyên rojnamevanên girtî û pankartên ku li ser “Kes Nikare Ragihandina Azad Bêdeng Bike” hatiye nivîsandin bilind kirine û bi yek dengî dibêjin “Welatekî Azad û Ragihandineke Azad”.

Rojnamevan û Endamê Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firat Diren Yurtsever anî ziman, “Ji bo em bêjin ji we natirsin, em li vê derê ne. Kevneşopiya ragihandina azad di 30 salên xwe de ye. Em jî wek nûnerê vê xetê, di dema rojnameyên me hatin bombekirin, hatin girtin û hevalên me hatin kuştin de jî dîsan di heman xetê de bûn. Em dê li serêkoşîna xwe berdewam bin.”

Li gor amarên Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firat (DGF) herî dawî bi girtina 16 rojnamevanên Kurd di 16ê Hezîrana îsal de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara rojnamevan û medyakarên girtî gihîştiye 76 kesan.