CHP: Li Tirkiyê di 6 mehan de 58 hezar esnafan îflas kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 6 mehên destpêka 2022an de herî kêm 58 hezar esnaf an jî kasibkaran îflas kirine.

Cîgirê Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Veli Agbaba diyar kir ku di 6 mehên destpêka sala 2022an de herî kêm 58 hezar esnafan îflas kirine û divê bi awayekî lez û bez tedbîr bên wergirtin daku rê li ber îflaskirinê bê girtin.

Veli Agbaba bi daxuyaniyeke nivîskî amarên 6 mehên destpêka sala 2022an yê esnafên ku îflas kirine eşkere kirin û dibêje, “Di çar salên borî de nêzîka nîv milyon esnafan dest ji karê xwe berdane û di 2 salên borî de êdî krîza aborî derketiye lûtkeyê. Sîstema Serokatiyê dawî li esnafên biçûk anî. Ji 2018ê heta Gulana 2022ê 479 hezar û 736 esnafan dest ji kar berdane.”

Agbaba amaje bi wê yekê daye ku di nav 4 salên borî de ligel wan esnafên îflaskirî 248 hezar kompanya û kargehên bazirganiyê jî yan îflas kirine yan jî neçar mane bên girtin.

Konfederasyona Esnaf û Pîşesazan a Tirkiyê (TESK) jî di Hezîrana îsal de ragihandibû ku di 17.5 salên dawî de hejmara esnafên îflaskirî gihiştiye 2 milyon û 144 hezar û 766 esnafan.

Li gor amarên fermî li Tirkiyê 2.5 milyon esnaf hene û nêzîka 7 milyon û 500 kes kar dikin. Lê ji ber rojane zêdebûna nirxê madeyên enerjiyê û xerciyan esnaf neçar dimînin dest ji kar berdin.

Li kargehên biçûk û yên navîn jî deyn zêde bûne û krediya KOBI (Kargehên Biçûk û Navîn) ji Nîsana 2022an ve bûye 62 milyar û 407 milyon lîre (3 milyar û 566 milyon dolar). Herwiha hejmara kargehên ku ji ber deyn tên şopandin jî gihiştiye 300 hezaran.