Fethullah Gulen peyam da: Eger min radest bikin...!

Naveda Nûçeyan – Rêberê Tvegera Xizmetê Fethullah Gulen peyamek belav kir û tê de ragihand: “Ez amade me ku pabendî hemû biryarên dadgeha Tirkiyê bim, bi taybet her biryarek ku derbarê radestkirina min de be.”

 

Îro yekşemiyê Fethullah Gulen di peyamekê de ragihand: “Dadgeha Bilind a Tirkiyê derbarê min de her biryarekê derbixîne, ezê pabend bim û eger her biryarekê derbarê radestkirina min de bide, ez amade me cîbicî bikin, çimku ez kesekî winda (veşartî) nînim û ez diyar im.”

 

Di beşeke din a peyama xwe de Gulen tekez dike, ku ew amade ye pabendî biryarên dadgeha Tirkiyê be nek pabendî biryarên siyasî yên li Tirkiyê tên dayîn.

 

Roja 15ê Tîrmehê beşek ji Artêşa Tirkiyê li dijî hikûmeta wî welatî hewla darbeya leşkerî da, lê hewla wan piştî çend saetan rastî şikestinê hat û sernekevt.

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî yekser Fethullah Gulen wek encamderê darbeya leşkerî bi nav kir û daxwaz ji Amerîkayê kir, ku Guken radestî Enqerê bike, daku bê dadgahîkirin.