Selahattîn Demîrtaş li ser Doza Kobaniyê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Selahattîn Demîrtaş li ser biryarê Doza Kobaniyê got, “Ew biryara ku dadgehê eşkere kiriye, berê ji aliyê desthilatê û şirîkên wê ve hatiye dayîn.”
22yemîn Dadegeha Cezayên Giran a Sîncanê ya Enqereyê 16 Gulanê di Doza Kobaniyê de bi hinceta 47 tawanên cuda 42 sal ceza li Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş birî.
Demîrtaşê ku di çarçoveya Doza Kobaniyê de zêdeyî 7 sal û nîvan e li girtîgeha Edîrneyê girtî tê girtin, bi rêya parêzerên xwe derbarê biryarên Doza Kobaniyê de ji Malpera Nûçeyan a T24ê re axivî.
"Ji bo min ne surprîz bû"
Demîrtaş ragihand ku biryarên Doza Kobaniyê çend sal berê ji aliyê desthilata siyasî û şirîkên wê ve hatine dayîn û ev biryar gelek caran li qadên mîtîngan hatine ragihandin û got:
“Şandeya cezayên giran a dadgehê tenê bi awayekî şiklî erkê xwe bi cih anî û biryara ku siyasetê daye xwend.
Me biryar li odeya xwe ya girtîgehê ji televîzyonê temaşe kir. Ji xwe me pêşbînî dikir.
Ji bo min jî û ji bo mamoste Selçuk Mizrakli (Hevserokê berê Şaredariya Amedê) jî ne surprîz bû. Me bi awayekî bihêz û bi moral pêşwazî kir.”
“Serê me natewe”
Herwiha Selahattîn Demîrtaş got, “Em ji bo gel bi hemû hêza xwe li ber xwe didin em moralê xwe jî bi heman awayî ji gelê xwe distînin.
Bila ti kes mereq neke, rêya me şaş nabe, serê me natewe û em çokên xwe danaynin.
Gelê me çawa li ser pêyan û rast bi şanazî rawestiyabe em jî dê hêjayî wan bin û gelê xwe bi ti awayî mehcûb nakin.”
“Ev doz dozeke siyasî ye”
Hevserokê berê yê HDPyê bi bîr xist ku cezayên li wî hatine birîn bi temamî ji ber tweetekê û çend axaftinên mîtîngên siyasî hatine dayîn û wiha pê de çû:
“Bi temamî li ser bingeha derew û bêbextiyên ku bi salan e dikin hatine dayîn.
Ne ji ber çalakiyeke tundûtîjiyê ne jî ji ber handan û piştevaniya tundûtîjiyê hatine dayîn.
Tenê ji ber raman û tiştên ku min gotin 42 sal ceza dane.
Ev doz dozeke siyasî ye. Careke din hat dubarekirin ku ev ceza cezayên ji ber siyasetê ne.”
“Dewlet jî hikûmet jî û dadgeh jî gelekî baş dizanin”
Selahattîn Demîrtaş û hevalên xwe di Doza Kobaniyê de wekî berpirsên destpêkirina protestetoyên 6-8ê Çiriya Pêşîna 2014an dihatin tohmetbarkirin ku tê de li gorî amarên fermî 37 kes hatibûn kuştin.
Demîrtaş derbarê wan tohmetan de jî got, “Helbet ne kuştin an jî birîndarkirina mirovekî me moriyek jî neêşandiye.
Vê yekê dewlet jî hikûmet jî û şandeya dadgehê jî gelekî baş dizanin.
Lê bi salane em wekî `kujer û terorîst` bi nav kirin û ev yek ji xwe re kirin mijara hilbijartinan.
Bi vê yekê jî bikuj û bikerên rast ên 6-8ê Çiriya Paşînê veşartin.
Ji vê derê jî eşkere dibe ku pêwendiya bikerên piraniya mirinan bi dewletê re heye û ew parastin û em kirin armanc.
Di dosyeyê de jixwe sifir delîl hebûn. Yên ku em bi kuştinan tohmetbar dikirin ev yek dizanîn lê bi eşkereyî derew kirin û karîn beşeke gel bixapînin.”
“Rojekê em hemû dê bên beraetkirin”
Demîrtaş amaje bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên derbarê xwe de jî da û got:
“Ez careke din dixwazin bibêjim temamiya ew 42 sal cezayê hatiye dayîn ji ber axaftinên min hatine dayîn.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî tespît kiribû ku temamiya axaftinan di çarçoveya mafê raderbirînê de ne.
Wate eger biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hatibana bicihanîn diviyabû ev doz bi biryara beraetê gihiştiba encamê.
Helbet ti gumaneke min ji wê yekê nîne ku em hemû dê rojekê bên beraetkirin.”
“Metirsiya qeyûman heye”
Di Doza Kobaniyê de 10 sal cezayê girtîgehê li Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê yê DEM Partiyê Ahmet Turk jî hat birîn.
Demîrtaş ji ber wî cezayî li ser egera danîna qeyûm a li ser Şaredariya Mêrdînê jî wiha anî ziman:
“Di serî de birêz Ahmet Turk ez ji bo cezayên ku dane hemû hevalên me gelekî xemgîn im.
Hemû wan cezayên ku dane hevalên me li derveyî hiqûqê ne û cezayên tolhildana siyasetê ne.
Helbet dikarin van cezayan ji bo danîna qeyûman bikin hincet.
Hêvîdar im tiştekî wiha nebe lê mixabin ev metirsî jî heye.”
“Erdogan û Ocalan dikarin însiyatîvê wergirin”
Demîrtaş egera destpêkirina pêvajoyeke çareseriyê û çareseriya pirsa Kurd de jî wiha axivî:
“Ez ji dil dixwazim ku mirin û xwîna ku tê rijandin raweste.
Yên ku dikarin ji bo rawestandina vî şerî însîyatîvê wergirin Erdogan û Ocalan in.
Eger bikarin di rawestandina şer û dîtîna çareseriyê de berpirsyariyê wergirin û şertên vê yekê bi cih bînin, tecrîd bê rakirin û hevdîtin dest pê bikin ez dê bi şexsî heta dawiyê piştevaniyê bikim.
Ji bo ku ceza dane min ez nabêjim bila piştî min bibe tofan, tenê bila çareseriyeke demokratîk û aştiyane pêk bê em di piştgirîdayîna wê pêvajoyê de dudilî nabin.
Wate nerînên min ên li ser vê mijarê ji ber ku min cezayên giran wergirtin, neguhuerîne.”
“Em dê bibînin ka Erdogan dê kîjan pêngavan biavêje”
Berî hilbijartina 31ê Adarê di serî de Leyla Zana siyasetmedarên Kurd bangî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kiribû ku “pêvajoya çareseriyê ji sarincê derxin û careke din gotûbêj dest pê bikin.
Demîrtaş li ser vê yekê û pêngavên Serokkomarê Tirkiyeyê jî got: “Belê, divê pêvajoyaçareseriyê ji sarincê bê derxistin.
Em xwestina çareseriyeke demokratîk û aştîxwaz bidomînin.
Em dê bibînin ka Serokkomar Erdogan dê ji niha û pê ve kîjan pêngavan biavêje.
An dê tundtir bibe an jî li dijî van nehiqûqiyan derkeve û pêngavên bidawîanîna van rûbirûbûnan bide destpêkirin.
Lê helwêsta me ya li ser aştî û diyalogê diyar e.
Wekî berpirsyariyekî li hemberî gelê me em ji vê helwêsta xwe ya bi prensîb paş de gavan naavêjin.”
“Em dostên xwe û yên ku li pey me çal kolane ji bîr nakin”
Hevserokê Berê yê HDPyê Demîrtaş di dawiya axaftinên xwe de got:
“Ev roj tên û diçin, piştî wan nîşeyên ew kesên ku bi şanazî li ber xwe dane dimînin.
Em di vê hemû pêvajoyê de dostên me yên ku bê merc piştevaniya me kiriye û yên ku li pey me çal kolane û hewl daye me tasfiye bikin jî ji bîr nakin.
Em wekî her carê bi moral û bi hêz in û em dê teqez bi ser bikevin. Berxwedan jiyan e!”