YSPê li kîjan parêzgehan û navçeyan herî zêde deng wergirtin?

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Çepên Kesk (YSP) ku li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên 14ê Gulanê bi rêjeya ji sedî 8,81ê 61 kursî bi dest xistiye, li ser asta parêzgehan herî zêde li Şirnexê û li ser asta navçeyan jî herî zêde Gimgimê (Varto) deng wergirtine.

Partiya Çepên Kesk ku bi giştî di 13 parêzgehan de weke partiya yekemîn bûye, herî zêde li bajarên Şirnex, Colemêrg, Amed û Êlih, li bajarên ku yekemîn bûn, li bajarên Şirnex, Colemêrg, Amed û Êlih deng wergirtine û  rêjeya herî kêm jî li Qersê bi dest xist.

Rêjeya dengên YSPê li gor rêzê li 13 parêzgehên wiha ye:

1- Şirnex: %62,49

2- Colemêrg: %62,47

3- Amed: %60,79

4- Êlih: %57,78

5- Mêrdîn: %54,63

6- Agirî: %54,51

7- Wan: %52,97

8- Mûş: %50,61

9- Sêrt: %46,69

10- Îdir: %43,59

11- Dêrsim: %42,83

12- Bedlîs: %40, 20

13- Qers: %27,92

Rêjeya dengên YSPê li gor rêzê li 12 navçeyan jî wiha ye:

1- Gimmgim: %82,58 (Mûş)

2- Lîce: %78,32 (Amed)

3- Karaz: %77,64 (Amed)

4- Nisêbîn: %77,50 (Mêrdîn)

5- Cizîr: %76,03 (Şirnex)

6- Kop: %74,86 (Mûş)

7- Qelqelî: %74,57 (Wan)

8- Gever: %73,14 (Colemêrg)

9- Dêrik: %72,45 (Mêrdîn)

10- Bismil: %72,03 (Amed)

11- Farqîn: %71,75 (Amed)

12- Elbak: %70,03 (Wan)

Li aliyê din Partiya Çepên Kesk li navçeya Akdenîz a Mêrsînê bi ji sedî 33,99ê dengan bû partiya yekemîn.