Li Parlamentoya parêzbendî tê gotûbêjkirin

Enqere (Rûdaw) - Parlamantoya Tirkiyê îro civînekê lidardixe û pirsa rakirina parêzbendiya parlamantaran gotûbêj dike.

 

Hejmara  wan parlamantarên ku dosyeyên wan bo parlamantoya Tirkiyê hatiye şandin her roj zêdetir dibe û niha dosya 138 parlamantaran hatine şandin.

 

Roja duşemê 16 dosyayên din ên parlamantar û hevserokên HDPê û Serokê CHPê bo parlamantoya Tirkiyê hatin şandin û  niha jî hejmara dosyeyan gihaye 667 dosyeyan.

 

667 dosye bo rakirina parêzbendiya 138 parlamantarane ku herî zêde derbarê parlamantarên HDPê ne û hejmara wan 405 dosye ne û  192 yên CHPê ne û 46 yên AK Partiyê ne û 20 jî yên MHPê ne û 5 jî yên serbixwe ne. 

 

Ak Partî ji bo parêzbendiya parlamenteran bê rakirin pêşniyarek guhertina Makezagonê ji Parlamentoya Tirkieyê re (TBMM) pêşkêş kiriye.