TUIK: Rêjeya firotina xanûberan ji %21.4 kêm bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ragihand ku di Adara îsal de li gor heman meha sala borî rêjeya firotina xanûberan %21.4 kêm bûye û daketiye 105 hezar û 475an.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) îro Duşemê amarên firotina xanûberan a Adara 2023an eşkere kir.

Li gor amarên TUIKê di navbera mehên Çile û Adara 2023an de li gor heman dema sala borî rêjeya firotina xanûberan  %11.5 kêm bûye û hejmara xanûberên hatine firotin 283 hezar û 215 ne.

Stenbol ku bajarê herî mezin ê Tirkiyê ye, bi firotina 18 hezar û 166 xanûberan di rêza yekem de ye. Li pey wê Enqere ya paytexat wî welatî bi firotina 12 hezar û 23 xanûber di rêza duyem de cih digire.

Antalya jî bi firotina 6 hezar û 120 xanûber di rêza sêyem de ye. Li gor amaran herî kêm li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê xanûber hatine firotin ku hejmara wan 23 ye. Piştî Erdexanê jî parêzgeha Colemêrgê bi 54 xanûberan di rêza duyem de ye.