Li Stenbolê ji bo Newrozê destûr hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Ragihandina HDPê ya Stenbolê diyar kir ku bo pîrozbahiya Newrozê li Stenbolê destûr hatiye dayîn û Newroz dê roja Yekşemê 20ê Adarê li Qada Yenikapi bê pîrozkirin.

Komîsyona Ragihandina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê derbarê pîrozbahiya Cejna Newrozê li Stenbolê peyamek belav kir û ragihand ku destûra wan daxwaz kiriye hatiye qebûlkirin.

Komîsyon dibêje: “Komîteya Sazkirina Newrozê roja Pêncşembê 10ê Adara 2022ê bi armanca ku di 20ê Adarê de li Qada Yenikapiyê Newroz bê pîrozkirin serlêdana Walîtiya Stenbolê kiribû û îro 17ê Adarê bo destûra pîrozbahiyê bersiva erênî hatiye dayîn.”

Rêxistinên HDP û Kongreya Demokratîk a Gelan li Stenbolê bi rêya belavkirina belavokan daxwaz ji Kurdên Stenbolê kirin ku beşdarî şahiya mezin a Newroza Stenbolê bibin ku roja 20ê Adarê tê sazkirin. 

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ne tenê li wan herdû parêzgehan, çend roj e li çendîn bajarok û navçeyan ligel amadekariyên Newrozê, agirê Newrozê tê pêxistin.