Li Deryaya Egeyê 3 koçber xeniqîn, 3 koçber jî winda bûn

Tîman koçberên birîndar birin nexweşxaneyê / Wêne: AA

Hewlêr (Rûdaw) - Li sînorên navçeya Kuşadasiyê ya parêzgeha Aydinê ya Tirkiyeyê, li nav Deryaya Egeyê 3 koçber xeniqîn û 3 koçber jî winda bûn.

Li gorî agahiyan, tîmên Fermandariya Ewlehiya Peravan a Tirkiyeyê li sînorên xwestiye belemeke koçberan rawestînin û rê nedin koçber derbasî sînorê Yunanistanê bibin.

Lê belema plastîk ranewestiyaye û xwestiye rêwîtiya xwe bidomîne.

Dema tîman hewl daye rê li ber wan bigirin hinek koçber ji belemê ketine deryayê.

3 koçber xeniqîne, 3 winda bûne û 32 jî hatine rizgarkirin.

Tîman koçberên ku hatine rizgarkirin veguhastine Nexweşxaneya Dewletê ya Kuşadasiyê.

Parêzgarê Aydinê Yakup Canbolat jî piştrast kir ku 3 koçber xeniqîne û 3 koçber jî winda bûne.