Stenbol - 37 kes ji ber alkola sexte mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Stenbolê ragihand ku ji 1ê Çiriya Paşîn û heta niha 37 kes ji ber alkola sexte mirine.
Her wiha 36 gumanbar hatine desteserkirin û 14 ji wan hatine girtin.
Li parêzgeha Stenbolê mirinên ji ber alkola sexte berdewam in.
Parêzgariya Stenbolê li ser mirinên ji ber alola sexte daxuyaniyek belav kir.
Li gor amarên Parêzgariyê ji 1ê Çiriya Paşîn a îsal û heta nîvê meha Kanûna Pêşîn 37 kesan ji ber vê alkola sexte canê xwe ji dest dane.
Her wiha 17 kes jî li nexweşxaneyan tên dermankirin û 23 kes jî baş bûne.
Li aliyê din parêzgariyê ragihand ku derbarê alkola sexte de 36 kes hatine desteserkirin û 14 kes ji wan bi biryara dadgehê hatine girtin.
Her wiha 8 kes jî bi şertê kontrola edlî hatine berdan.
Li gorî daxûyaniya parêzgariyê, tîmên Şaxa Têkoşîna li Dijî Tawanên Qeçaxçîtiyê ya Stenbolê 2024an 1002 kargeh kontrol kirine.
Her wiha di konrolan de tîman dest daniye ser kelûpelên çêkirina alkola sextet û li 32 kargehan 2 milyon û 662 hezar lîre ceza hatiye birîn.