Tekîrdag: 2 keçên 15 salî bi çekê hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Marmaraereglîsiyê ya parêzgeha Tekîrdagê yê Tirkiyeyê 2 keçên 15 salî bi çekê hatin kuştin.
Li taxa Cennetê ya navçeya Marmaraereglîsiyê ya Tekîrdagê li gorî zanyariyan Yagmur E.ya 15 salî ku li saloneke ciwankariyê dixebitî neçû ser kar û hevkarên wê malbata wê ji rewşê agahdar kir.
Dayîk û bavê keça 15 salî ku li ser kar bûn hewl da pêwendiyê bi keça xwe re dayînin lê agahî jê wernegirtin û ji cîranên xwe xwestin ku li malê li keça wan binêrin.
Cîranên malbatê li ser vê yekê çûn qata jêr û li derî xist lê kesî derî venekir.
Piştre bi kilîda yedek ketin hundir û Yagmur E. û Kubra Rabîa Y. ku temenê her du keçan jî 15 sal in di nav xwînê de dîtin.
Piştre li ser agahdarkirinê hêzên ewlehiyê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Di pişkinînên destpêkê de diyar bû ku Yagmur E. bi çekê hatiye kuştin û tîman Kubra E. jî ku bi giranî birîndar bû bi ambulansê bir nexweşxaneyê.
Kubra E. jî tevî hewldanên bijîşkan li nexweşxaneyê mir.
Tîman termê Yagmur E.yê jî bir morga heman nexweşxaneyê.
Dozger û polîsan li malê dest bi lêkolînê kir û lêpirsîna berfireh a derbarê bûyerê de didome.