Omer Ocalan: Ji ber ku pirsa Kurd nayê çareserkirin mirinên mezin çêdibin

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Rihayê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Ocalan ragihand, Pirsa Kurd pirseke  ciddî ye û ji ber ku ev pirs nayê çareserkirin ewqas êş tên jiyankirin û mirinên mezin çêdibin.

Parlamenterê Rihayê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Ocalan di civînên budçeya sala 2023ê ya Tirkiyê de, derbarê girîngiya pirsa Kurd  û çareserkirina wê de axivî.

Ocalan ragihand ku Pirsa Kurd pirseke cidî û girîng e û got “Ji ber ku pirsa Kurd nayê çareserkirin êşên mezin tên jiyankirin û mirinên mezin çêdibin.”

Ocalan got ku partiya wî di çareserkirina pirsa Kurd bi rêyên demokratîk de aktoreke mezin e.

Parlamenterê HDPê Omer Ocalan wiha axivî “Em dizanin ku ev pirs pirseke giran e. Helbet ne meseleyek 40 salan e û berî wê jî heye. Ev 100 sal in û bêhtir jî ev pirs heye. Pirseke girîng û ciddî ye. Kesên hewla çareseriya vê pirsê didin jî di vê dizanin. Êşên mezin tên jiyan kirin û hîn jî berdewam in. Mirinên mezin çêdibin. Lê mixabin îradeya çareseriyê li holê nîne. Birêz Serokkomar di salên 2013 û 2015ê de hinek hewildan kirin helbet berî wê jî hevdîtinên Osloyê hebûn. Yan jî şandên Îmralî. Dil dixwest ku ev prose biserbikeve û mirov nemirin.

Li ser mirinan siyaset neyê kirin û asta nijadperestiyê neyê zêdekirin. Herwiha ew partiya ku hûn di nav de ne ev pirs çareserkiriba yan jî serokkomar ev pirs çareserkiriba, dibe ku ev civak rehet biba û henaseyek rehet wergirtiba. Lê çi çêbû ev mesele bû meseleyeke navdewletî û hîn jî ber bi aliyên din ve tê kişandin. Em weke partî di nav vî karî de ne. HDP di çareseriya pirsa Kurd bi rêyên demokratîk de yek ji aktorên herî mezin û girîng e.”