Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê firotina xaniyan ji sedî 9,5 kêm bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Îlonê li gorî heman meha sala par rêjeya firotina xaniyan ji sedî 9,5 kêm bûye.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) amarên firotina avahiyan ên meha Îlonê eşkere kirin.

Li gorî amarên TUIKê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Îlonê li gorî heman meha sala par firotina xaniyan ji sedî 9,5 kêm bûye û 102 hezar û 656 xanî hatine firotin.

Herwiha di 9 mehên destpêkê de li gorî heman mehên sala 2022yan firotina xaniyan ji sedî 14,9 daketiye û 900 hezar û 74 xanî hatine firotin.

Meha Îlonê herî zêde li parêzgehên Stenbol, Enqere û Îzmirê yên Tirkiyeyê û herî kêm jî li parêzgehên Erdexan û Colemergê yên Bakurê Kurdistanê xanî hatine firotin.

Li Erdexanê meha Îlonê tenê 47 xanî û li Colemêrgê jî 55 xanî hatine firotin. Li Stenbolê 15 hezar û 247 xanî hatine firotin.

Herwiha meha Îlonê rêjeya xaniyên ji welatiyên biyanî re hatine firotin li gorî heman meha sala par ji sedî 42 kêm bûye û 2 hezar û 930 xanî ji biyaniyan re hatine firotin.

Herî zêde li Antalya, Stenbol û Mêrsînê xanî hatine kirîn

Welatiyan herî zêde li Antalya, Stenbol û Mêrsînê xanî kirîne. Biyaniyan li Antalyayê hezar û 7, li Stenbolê 978 û li Mêrsînê 211 xanî kirîne.

Welatiyên Rûsyayê bi kirîna 722 xaniyan yekem, welatiyên Îranê bi kirîna 327 xaniyan duyem û welatiyên Îraq û Herêma Kurdistanê bi kirîna 191 xaniyan di rêza sêyem de ne.

Welatiyên Almanyayê jî bi kirîna 148 xaniyan di rêza çarem de ne.

Biyanî herî zêde ji bo wergirtina welatîbûna Tirkiyeyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xaniyan dikirin.

Her biyaniyê ku li Tirkiyeyê bi bihayê 500 hezar dolaran veberhênanê bike yan milk bikire û 3 salan nefiroşe mafê welatîbûna Tirkiyeyê werdigire.

Ev reqem heta dawiya sala 2021ê, 250 hezar dolar bû û meha Çileya 2022yan bû 500 hezar dolar.