Mêrekî hevjîna xwe kuşt, kurê wî jî ew birîndar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê kesekî biyanî bi kêrê hevjîna xwe kuşt, kurê wî jî ew da ber kêran û bi giranî birîndar kir.

Li taxa Mehmet Akîf Ersoyê ya navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê malbateke ku ne welatiyên Tirkiyeyê ne û di mala xwe ya qatê xwarê yê avahiyekê de bi hev ketin.

Nasnameya wan nehat eşkerekirin.

Zilamê malê hevjîna xwe da ber kêran û kuşt.

Kurê ku ew yek dît jî bi kêrê bavê xwe bi giranî birîndar kir.

Cîranan tîmên pêwendîdar ji rewşê agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîman zilamê birîndar bir nexweşxaneyê.

Kurê ku li ser termê dayîka xwe rawestiyabû jî ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Tîman termê dayîkê jî ji bo otopsiyê bir Saziya Tiba Edlî.