814 akademîsyen, nivîskar û rojnamegeran piştgirî da Sezgîn Tanrikulu
Hewlêr (Rûdaw) - 814 akademîsyen, nivîskar, rojnameger û rewşenbîrên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştîvaniya xwe ji Sezgin Tanrikulu re ragihand.
Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu çend roj berê di bernameyeke televîzyonî de behsa tawan û komkujiyên artêşa Tirkiyeyê yên li Bakurê Kurdistanê kiribû.
Tanrikulu diyar kiribû ku tawanên artêşa Tirkiyeyê li Dadgeha Mafên Mirovan hatine piştrastkirin.
Tanrikulu ji wê demê ve bûye armanca rexneyên desthilatê û beşeke ji mixalefetê.
Herwiha partiya wî jî xwedî lê derneketibû.
Li aliyê din Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li ser gotinên wî yên li ser Artêşa Tirkiyeyê derbarê Sezgîn Tanrikulu de fezleke amade kiribû û şandibû Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê.
814 kesên ku di nav wan akademîsyen, nivîskar, rojnameger û rewşenbîrên naskirî hene bi daxuyaniyeke hevbeş piştgirî da Sezgîn Tanrikulu.
Di daxuyaniyê de ameje bi wê yekê hatiye dayîn ku erkê parlamenteran e eger tawan, kêmasî yan jî xeletiyek hebe, li ser navê gel wan bişopînin, rexne bikin û ji raya giştî re eşkere bikin.
“Her tiştê ku Hêzên Çekdar ên Tirk dike ji rexneyê ne azad e”
Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin, “Her tiştê ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê dike ji rexneyê ne azad in.
Tanrikulu bi gotina xwe ya `Em dê ji bo ev guman li ser Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê nemînin an bipirsin` jî erkê xwe bi cih aniye."
“Anîna ziman a tawanên li dijî gel ne zimandirêjiya li hemberî artêşê ye”
Di daxuyaniya hevbeş a wan 814 kesayetiyan de wiha tê gotin:
“Li welatekî wiha ku gelek êş ji dest darbeyên li dijî desthilatên hilbijartî kişandiye, anîna ziman a tawanên li hemberî gel, welatiyan û mafên mirovan ku bi belge û biryarên darazê hatine piştrastkirin ne `zimandirêjiya li hember artêşê` ye lê ji bo ev tawanên wiha neyên kirin erkekî welatîbûnê ye.
Em piştîvaniya xwe bo Sezgîn Tanrikulu radighînin ku ji ber gotina rastiyên di biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan de hatine piştrastkirin, rûbirûyê lîncê bûye.
Em bi bîr dixin kesên ku li dijî wî derdikevin, wî tawanbar dikin û piştîvaniya wî nakin jî ti gotineke wan li ser siyaseta sivîl û demokrasiyê nemaye.”
Çi bûbû?
Parlamenterê Amedê Sezgîn Tanrikulu ku di heman demê de parêzer e bi rêya telefonê beşdarî bernameyeke televîzyonî bûbû.
Tanrikulu behsa beşek ji tawanên artêşa Tirkiyeyê yên di salên 80 û 90î de kiribû.
Tanrikuluyê ku bi xwe parêzerê beşek ji dosyeyên wan tawanan e û wan dosyeyan li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dişopîne gotibû:
“Artêşa Tirk li dadgehê bi wê yekê tohmetbar e ku di sala 1993an de li gundê Nederanê yê navçeya Pasûrê ya Amedê 15 gundî ji helîkopterê avêtine.
Hemû karên ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê dike ji rexneyê ne dûr in û em dê lêpirsînê bikin.
Em ji bo nehîştina gumanên bi vî awayî yên li ser Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê vê lêpirsînê dikin.”
Gotinên Sezgîn Tanrikulu di nav mêvanên di bernameyê de, bûn sedema nerazîbûnan.
Mêvanan parlamenterê CHPyê bi wê yekê tohmetbar kir ku li şûna rexneyan li PKKyê bigire berdewam berê rexneyên xwe dide artêşa Tirkiyeyê.
Li gorî mêvanan ew bi vê jî nirxên niştimanî yên Tirkiyeyê binpê dike û heqaretê li artêşa Tirkiyeyê dike.
Tanrikulu li ser rexneyên li hemberî xwe ji mêvanên bernameyê pirsibû:
“Kê ew hemû gund şewitandin ew artêş ji Rûsyayê hatiye? Bûyera Roboskiyê hîn nû ye, gelo ew balafir ji Rûsyayê, yan ji Ermenistanê hatin û ew bombebaran kirin?”
Di berdewamiya axaftina xwe de Parlamenterê CHPyê yê Amedê ameje bi wê yekê dabû ku ew dê lêpirsînê li karên artêşa Tirkiyeyê bikin û gotibû:
“Hemû karên ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê dike ji rexneyê ne dûr in û em dê lêpirsînê bikin. Em ji bo nehîştina gumanên bi vî awayî yên li ser Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê vê lêpirsînê dikin.”
Beşek ji mêvanên bernameyê li ser van axaftinên Tanrikulu gotibû ku ew bawer nakin parlamenterekî CHPyê rabe û van gotin û rexneyan ji artêşa Tirkiyeyê re bibêje.
Axaftinên Sezgîn Tanrikulu li ser tora civakî jî belav bûn û bi taybetî di nav aliyên nijadperest ên Tirkiyeyê de bûn sedema nerazîbûnan.