Ozgur Ozel karnameya xwe ya bi navê “Sedsala Guherînê, Guherîna Sedsalê” belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Serokatiya CHPyê Ozgur Ozel di karnameya xwe de ragihand, ji bo ku Pirsa Kurd bi hemû aliyên xwe ve bê çareserkirin, divê li Parlementoya Tirkiyeyê komîsyonek were avakirin.

Serokê Grûpa Partiya Gel a Komarî (CHP) ya Parlamentoya Tirkiyeyê Ozgur Ozel li avahiya giştî ya partiya xwe di civîneke çapemeniyê de berbijêriya xwe ya ji bo serokatiya CHPyê ragihand.

Ozgur Ozel piştre jî karnameya xwe ya bi navê “Sedsala Guherînê, Guherîna Sedsalê” belav kir û di beşeke wê de bal kişand ser Pirsa Kurd û rêyên çareseriya wê.

“Pirsa Kurd pirseke sereke û bingehîn a Tirkiyeyê ye”

Ozgur Ozel di karnemaya xwe de Pirsa Kurd wek pirseke sereke û bingehîn a Tirkiyeyê bi nav kir û anî ziman:

“Di sedsala me de yek ji pirsên sereke yên ku divê em çareser bikin Pirsa Kurd e û em di bingehê de wekî meseleyeke demokrasiyê dibînin.

Çareseriya vê pirsê ku çareseriyeke rêkûpêk jê re divê, di nirxên demokratîk de ye ku ev jî armanca me ye.”

Berbijêrê nû yê serokatiya CHPyê got:

“Çareseriya rêkûpek a vê pirsê ji bilî aliyên siyasî û mafên veberhênanên dewletê û sektora taybet jî li xwe digire ku armanca wan nehiştina newekheviya aboriyê ya di navbera herêman de ye.

Eger em li çarçoveyeke wê ya wiha berfireh binêrin eşkere ye, meqamê herî bilind ku îradeya çareseriya Pirsa Kurd jê bê derxistin Parlamentoya Tirkiyeyê ye.”

Ozgur Ozel di beşeke din a karnameya xwe de anî ziman:

“Nehîştina terorê û rûbirûbûnên çekdarî jî di nav de li ser çareseriya Pirsa Kurd a bi hemû aliyan ve nexşerêyeke berfireh a niştimanî, bi avakirina Komîsyona Lihevkirina Civakî çêdibe ku hemû nûnerên partiyên siyasî yên li Parlamentoyê li xwe digire.”

“Em dê helwêsteke tund li hemberî qeyûman nîşan bidin”

Serokê Grûba CHPyê di karnemeya xwe de herwiha bal kişand ser danîna qeyûmên ser şaredariyên bajarên Kurdan û got:

“Em dê helwêsteke tund li dijî sîstema qeyûman nîşan bidin ku îradeya gel tune dihesibîne û mafê hilbijartina rêveberên xwecihî yên gel ji wan distîne.”