Baroya Stenbolê û Jûra Pizîşkan ya Stenbolê ji bo girtiyên nexweş bang li hikûmetê kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Mijara girtiyên nexweş li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her ku diçe bêhtir dibe mijareke lezgîn û mayînde. Ji ber proseya yasayî ew girtiyên ku bi newxeşiyên giran ketine yek bi yek dimirin û hejmara nexweşan jî her ku diçe zêde dibe. Tevî ku ji gelek aliyên civak û saziyên pêwendîdar bangên lezgîn jî têne kirin, hikûmet bi taybetî ji bo girtiyên siyasî ti guherînekê nake. Ew jî rewşê xirabtir dike. Herî dawî du rêxistinên herî mezin ên Tirkiyê ango Baroya Stenbolê û Jûra Pizîşkan ya Stenbolê bal kişandin ser mijarê û bang li wezareta dadweriyê kirin da demildest vegere ser xeteke dadwerane û destûrê bide da proseya dermankirina wan bi rêyên pêwîst bike.
Dayika Fatma ew 14 sal in bi ser kurê xwe yê girtî de diponije. Ne ji rojan ne jî ji şevan xêr û tahmekê dibîne û piştî ku kurê wê hatiye girtin 7 nexweşiyên cûda lê peyda bûne. Kurê wê Remezan ê ku niha 27 salî ye, di 14 saliya xwe de hatiye girtin û 28 sal ceza lê hatiye birîn. Niha jî bi çend nexweşiyan ketiye û çavên wî ji dîtinê waz tên. Ew li girtîgehê nexweş, dayik li malê nexweş, jiyan wiha li vê malbata Batmanî herimiye.
Dayika girtiyê nexweş Fatma Sebuktekîn qala rewşa kurê xwe kir û got, “Weleh him çavê wî çûne û him jî nexweşiya astimê pê re çêbûye. Tabî çiyê wî hebe ji min re nabêje. Em pir ber dikevin dema cenazeyek ji girtîgehê derdikeve. Em rûdinin ser sifrê tehma me nîn e. Ji fasûlî û birinca bi goşt pir hez dikir. Roja ku ketiye hepsê vir ve min sond xwariye û di mala min de min çê nekiriye.”
Mijara girtiyên nexweş di rojeva Tirkiye û Bakurê Kurdistanê cihê xwe her germ û xeteretir dike. Bi sedan girtiyên nexweş, tevî raporên nexweşxaneyên zanîngehan jî nayên berdan û Tipa Pizîşkî wan raporan gonca nabîne û hejmara girtiyên nexwex ku di hepsan de dimirin her roj zêde dibe. Du mazintirin saziyên Tirkiye ango Baroya Stenbolê û Jûra Bijîşkan a Stenbolê jî ketine dewrê û bang li desthilatê dikin da demildest guherînek bê kirin û ew mijar bêyî ku girtî bimirin çareser bike.
Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Dûrakoglu got, “Kêmasiyên di qanûnan de, hebûna saziyeke weke tipa pizîşkî ku girêdayî dewletê ye û pabendnebûna Peymana Stenbolê ku Tirkiye jî ew îmze kiriye, dike ku bi taybetî li hemberî girtiyên siyasî helwesteke ne hiquqî derkeve. Raporên zanistî hene lê saziya dewletê qebûl nake. Dewlet berpirsiyariyên xwe bi cî nîn e, kêşe ji ber wê derdikeve.”
Li gorî raporên saziyên mafên mirovan 651 girtiyên nexweş li girtîgehan hene ku 517ê wan rewşa wan li keviya mirinê ye. Pirê wan rapor hene ku ew divê li derve bêne dermankirin lê dawîn biryar di destê Tipa Pizîşkî de ye û ew jî van raporên zanistî pesend nakin. Seroka Jûra Bijîşkan dide zanîn ku raporên ku Tipa Pizîşkî dide wan dûrî pîvanên zanistî ne û layengiriya ku ew sazî dike, ne însanî û ne jî hiqûqî ye.
Seroka Jûra Pizîşkan a Stenbolê Nergîs Erdogan anî ziman, “Fikra me ya ku raporên Tipa Pizîşkî ne zanistî ne li ser hin serlêdanan çêdibe. Em li wan raporan dinêrin û dibînin ku pîvanên z anistî nehatine bikaranîn. Raporên herî zanistî û yên ku ji hêla kesên herî zanistî ve tên dayîn yên nexweşxaneyên zanîngehan in. Lê hun radibin wan bi tipa pizîşkî didin nirxandin ku ew jî girêdayî wezareta dadwerî ye. Sîstemeke wisa nabe.”
Ew girtiyên ku nexweşên giran in û êdî pirê wan nikarin pêdawistiyên xwe yên rojane jî dabîn bikin hema bêje temamê wan siyasî ne û hejmareke zêde jî kurd in. Li gor amarên wezareta dadwerî di nava 20 salên dawîn de nêzikî 4 hezar girtî li girtîgehan mirine. Li gor Komeleya Mafên Mirovan jî ji destpêka 2022an vir ve 45 girtiyên nexweş jiyana xwe jidest dane. Nêzikî 10 kes jî piştî ku hatine berdan di demeke kin de mirine.