Ji bo Serpîskoposê nû yê Keldanî li Dêra Saint Esprit a Stenbolê ayîn hat lidarxistin

Stenbol (Rûdaw) - Keşîşê Cemaeta Keldanî ya Parîsê Sabrî Anar wek Serpîskoposê Tirkiyê û Cemaeta Keldanî ya Amedê dest bi karê xwe kir.

Îro li Dêra Saint Esprit a Stenbolê ji bo Serpîskoposê nû ayîna olî ya taybet hat kirin.

Kardînal Louis Rafael Sako, Patrîkê Keldaniyên Cîhanê û Patrîkê berê yê Yekîtiya Katolîkên Keldanî ya Iraqê, merasîm birêve bir.

Ji Tirkiyê, Rojhilata Navîn û Ewropayê nêzî hezar mêvan beşdarî vê merasîma olî bûn.

Berpirs û serkirdeyên rûhanî û nûnerên civaka Keldanî, Yûnanî, Ermenî, Suryanî û Latînî û gelek endamên Cemaeta Keldaniyên Stenbolê jî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi zimanên Keldanî, Erebî, Tirkî û Fransî hat lidarxistin.

Kardînal Louis Rafael Sako, Patrîkê Yekîtiya Katolîkên Keldanî yên Iraqê ku serpereştiya merasimê dikir, ji ber ji aliyê Serokkomarê Iraqê ve ji kar hatiye dûrixistin, biryar daye ku baregeha Patrîkê li Bexdayê biterikîne û derbasî dêrekê li Herêma Kurdistanê bibe û ji wê derê ve karûbarên xwe birêve bibe.