Alozî di navbera parlamenterekî HDPê û yekî AKPê de derket

 

Hewlêr (Rûdaw)- Di dema gotûbêjkirina proje yasaya “Qanûnên torbeyî” de li nava Parlamentoya Tirkiyê alozî di navbera parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Colemêrgê, Adil Zozanî û parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Nurettin Canikli de derket.

 

Îro, 16.07.2014, civîna Parlamentoya Tirkiyê birêve çû ku tê de proje yasaya “Qanûnên torbeyî” hat gotûbêj kirin.

 

Di dema gotûbêj kirina proje yasaya navborî, parlamenterê HDPê Adil Zozanî êrîşî parlamenterê AKPê Nurettin Canlikli kir û xwest ku lê bixe.

 

Li gor ku hatiye belavkirin, pirtûka “Qanûnên torbeyî” di destê Zozanî de bû û dixwest bi wê pirtûkê li Canlikli bide, lê parlamnterên CHPê û AKPê ketin navbera wan de û rewş vegerandin wek berê.