Li Stenbolê çalakî û xwenîşandan hatin qedexekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê her core çalakî û xwenîşandan heta dawiya meha Hezîranê hatin qedexekirin.
Di derbarê mijarê de Parêzgeriya Stenbolê daxuyaniyek belav kir û da zanîn, ku riya herî xurt a rêlibergirtina koronayê astengkirina liv û tevgera civakî û ji hev dûrxistina mirovan e.
Parêzgeriya Stenbolê diyar kiriye, ji ber vê sedemê heta dawiya meha Hezîranê her core meş û çalakiyên civakî û xwenîşandan hatiye qedexekirin.
Parêzgariya Stenbolê diyar kiriye, ku di çarçoveya tedbîrên bo rûbirûbûna koronayê de, ew biryar hatiye dan.
Ev biryara Parêzgeriya Stenbolê di demekê de ye, ku Partiya Demokratîk a Gelan HDP ji bajarê Edîrne û Colemêrgê ber bi Enqereyê ve dest bi meşekê kiriye û îro jî li bajarê Stenbolê çend çalakiyên HDPê dê birêve biçin.
Her ji bo rêgirtina li meşa HDPê, hikûmeta Tirkiyê li 9 parêzgehên din jî qedexe ragihandine.
Partiya Demokratîk a Gelan ji bo protestokirina standina mafê parlamenteriyê yê herdu parlamenterên xwe Leyla Guven û Musa Farisogullari û parlamenterê CHPê Enis Berberoglu, bi dirûşma Li hember darebeyê mesa demokrasiyê, dest bi meşekê ber bi Enqerê ve kiriye.