Berdevkê AK Partiyê: Tevî hişyariyan jî lêborîna xwe nexwestin

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê AK Partiyê Çelîk piştî civîna Lijneya Rêvebiriya Navendî ya AK Partiyê daxuyanî da û ragihand ku CHPê rêz li pêvajoya hilbijartinê negirtiye û tevî hişyariyan jî lêborîna xwe nexwest.

Lijneya Rêvebiriya Navendî ya AK Partiyê (MYK) bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan civîna xwe kir.

Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Omer Çelîk li navenda giştî ya partiyê piştî civînê têkildarî  Hilbijartina Serokomarî û Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 28emîn daxuyanî da.

Çelîk li ser parvekirina daneyên encamên sindoqan sekinî wiha got: "Duh tenê û tenê her kesî daneyên di destê xwe de bi awayekî rast parve kir, wan êrîşî Ajansa Anadoluyê û saziyên din kir, lê her kesî dît ku di rastiya xwe de nirxandinên Birêz (Ekrem) Îmamoglu û Birêz (Mansur) Yavaş manîpulasyon derxist holê û tenê di herikîna daneyên wan de manîpulasyon hebû."

Çelîk dibêje: “Ya ku em her gav dibêjin ev e; rêzgirtina pêvajoyê di heman demê de hurmetê dide encamê. Niha em dibînin ku CHP rêz li pêvajoyê negirtiye û li gel hişyariya me ya li vir jî lêborîna xwe nexwestin.”

Li ser giringiya hilbijartinê Çelîk got: “Me çendîn caran hilbijartin kir, em dê dîsa bi rêya hilbijartinê vê pêvajoyê diyar bikin, îradeya milet dê derkeve holê. Dibe ku navên me, nasnameyên me, partiyên me cuda bin, lê paşnava me hemûyan Komara Tirkiyê ye."

Omer Çelîk amaje bi beşdarbûna zêde ya hilbijartinan de kir û got: “Ji kîjan partiyê dibe bila bibe ji ber vê beşdariya baş a dengdanê em sipasiya hemû xelkê xwe dikin. Em sipasiya hemû welatiyên me yên ku sindoqên dengan paristîne dikîn û em sipasiya hemû welatiyên ku piştgirî dan serokkomarê me û partiya me jî dikin. Ji bo gera duyem em dê xebatê xwe bi heman awayî berdewam bikin, em dê dîsa derkevin hizûra xelkê xwe û daxwaza alîkariyê ji wan bikin.”