TIRKIYE - Cudakirin û hejmartina dengan dest pê kir

Navenda Nûçeyan – Li aliyê rojavayê Tirkiyê proseya dengdana di referanduma guhertina 18 madeyên destûra wî welatî bi dawî hat û proseya cudakirin û hejmartina dengan li seranserî wî welatî dest pê kir.

 

Îro 16ê Nîsana 2017ê, li seranserî Tirkiyê gel ji bo beşdarbûn di referanduma guhertina çend madeyên dstûrî de çûne ser sindoqên dengdanê.

 

Proseya dengdanê li aliyê rojhilatê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, bi giştî li 32 parêzgehên Tirkiyê ji saet 07:00ê îro serê sibehî dest pê kir û saet 16:00 bi dawî hat.

 

Herwiha li aliyê rojavayê Tirkiyê jî dengdana ji bo referandumê saet 08:00ê serê sibehî dest pê kir û saet 17:00ê bi dawî hat.

 

Piştî bidawîbûna dema referanduma guhertina destûra wî welatî û daxistina sindoqan, proseya cudakirin û hejmartina dengan dest pê kir.

 

Li seranserî Tirkiyê 55 milyon û 319 hezar û 22 dengderan mafê bikaranîna dengê xwe di referandumê de hebû.

 

Herwiha ji bo dengdana xelkê, 167 hezar û 140 sindoq li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatibûn danîn.

 

Li derveyî Tirkiyê jî li 57 welatên cîhanê welatiyên Tirkiyê beşdarî di dengdana ji bo referanduma 16ê Nîsanê kirin.

 

Ji bo welatiyên Tirkiyê yên li derveyî welat, proseya dengdanê di 27ê adarê de dest pê kir û di 9ê Nîsanê de bi dawî hat.

Li Tirkiyê pêştir di salên 1961 û 1982 de ji bo destûrê referendum hatiye pêkanîn.

 

Herwiha di salên 1987, 1988, 2007 û 2010 de jî ji bo guhertinên di destûrê de referandum hatiye pêkanîn.