Weqfa Semerkand: Em dê piştgirya Hevpeymaniya Cumhur bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Weqfa Semerkandê ya ser bi Terîqeta Menzîlê ve, piştgirya xwe bo Hevpeymaniya Cumhur ragihand.

Weqfa Semerkandê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, dê di hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê de piştgiriya Hevpeymaniya Cumhur bikin.

Weqfê di peyama xwe de got: “Bila hilbijartinên serokkomariyê û yên giştî yên parlamentoyê bo welat û xelkê me li ser xêrê be. Ji bo dabînkirina pêwîstiyên mexdûrên karesatê, di serî de çêkirina cihên niştecîbûnê û bo wergirtina hemû tedbîrên karesatê divê welatê me mezin, dewlemend û bihêz bibe. Em wiha difikirin ku pêwîstiya me bi seqamgiriyê heye. Ji bo zû û bi biryardarî cîbicîkirina armancan, em girîngiyê didin ezmûna heyama krîtîk. Ji ber vê em dê di hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê de piştgiriya Hevpeymaniya Cumhur bikin.”