Erdogan: Îsraîl dewleteke terorê û Hemas jî partiyeke siyasî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Îsraîl wek “dewleteke terorê” bi nav kir û got ku Hemas jî partiyeke siyasî ye û di hilbijartinan de bi ser ketiye.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna fraksiyona partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de li ser mijarên di rojevê de axivî.

Beşeke gotara Erdogan li ser pêşhatên dawî yên şerê Îsraîl û Hemasê bû.

Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe Îsraîl wek “dewleteke terorê” bi nav kir û got:

“Ez niha ji vê derê ji Netenyahu dixwazim. Çekên te yên etomî hene yan na? Eşkere bike, lê nikare.

Ey Îsraîl çekên te yên etomî hene û tu bi wan gefan dixwî. Em wê dizanin. Herwiha ecelê te tê. Çiqas çekên te yên etomî hebin bila hebin lê tu dê biçî.”

Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand grûba çekdar a Hemasê partiyeke siyasî ye û di hilbijartinan de bi ser ketiye lê Amerîka û Îsraîlê mafên wê zeft kirine.