DISKê dijî gefxwarina li Rûdawê bertek da Umit Ozdag
Hewlêr (Rûdaw) - Sendîkaya Karkerên Şoreşger a Ragihandinê (DİSK Basın İş) bertek nîşanî gotinên Serokê Partiya Zafer Ûmît Ozdag ên tê de gef li Rûdawê xwaribû.
Sendîkaya Karkerên Şoreşger a Ragihandinê (DİSK Basın İş) li ser hesabê xwe yê Twitterê di derbarê gotinên Umit Ozdag de daxuyaniyek belav kir
Sendîkaya Karkerên Şoreşger a Ragihandinê got “Serokê Partiya Serkeftinê Ûmît Ozdag bi eşkere gef li azadiya çapemeniyê dixwe! Wisa xuya ye ku wan bi hikûmetê re li ser dijberiya pirdengî û derbarê mijara gefa li ser çapemeniyê de li hev kirine. Ji ber van gotinên wî em wî bi tundî şermezar dikin.”
Zafer Partisi Genel Başkanı Ümit Özdağ alenen basın özgürlüğünü tehdit ediyor!
— DİSK Basın-İş (@Disk_Basin_is) November 15, 2022
Anlaşılan o ki iktidarla çok sesliliğe olan karşıtlık ve basına tehdit konusunda anlaşmışlar. Kendisini bu ifadelerinden ötürü şiddetle kınıyoruz. https://t.co/0dg2UALPYF
Çi bû?
Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag gefa qedexekirina Rûdawê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xwar û got: "Di bin desthilata Partiya Zaferê de Rûdaw TV dê nikaribe bikeve nava sînorên Tirkiyê."
Piştî êrîşa bombeyî ya duh li Kolana Îstiklalê pêk hat, Cîgirê Serokê Giştî yê Zaferê Adem Taşkaya parêzer Jiyan Tosun weke "kesa bombe daniye" hedef nîşan dabû. Birêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê jî bi daxuyaniyekê ragihandibû “Kesa bi navê Ehlam Albashir ku welatiya Sûriyeyê ye û bûyer pêk anî bi saxî hat girtin.”
Peyamnêrê Rûdawê yê Stenbolê Omer Sonmez pirsa hedef nîşandanê Jiyan Tosun ji Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag ku ligel şanda pê re çûbû kolana Îstiklalê ya êriş lê pêk hatibû, kir.
Ozdag li ser pirsa Peyamnerê Rûdawê Omer Sonmez a “(Cîgirê Serokê we) parêzer Jiyan Tosun hedef nîşandabû. Hûn di derbarê vê yekê de dixwazin çi bibêjin?” wiha bersiv da “Ez ti tiştek nabêjim. Wî tişta pêwîst daye.”
Ozdag pirsa “Hûn dê (Adem Taşkaya) ji partiya xwe biavêjin?” bê bersiv hişt.
Umit Ozdag herwiha di dawiya axaftina xwe de ji Peyamnêrê Rûdawê pirsî ka tû kîjan kanalî? Omer Sonmez jî got: "Ez Peyamnêrê Rûdawê me." Piştre Ozdag got: "Ger em bên ser desthilatê em dê Rûdawê jî bigrin ji ber parçebûnê çêdike."