ISIG: Di Cotmehê de 165 karkeran canê xwe ji dest dane

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Ewlehiya Kar û Tendirustiya Karkeran (İSİG) ragihand ku Cotmeha 2021ê li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 165 karkeran di dema  kar de  canê xwe ji dest dane.

Encûmena Ewlehiya Kar û Tendirustiya Karekeran (İSİG) raporta xwe ya derbarê Cotmeha 2021ê belav kir.

Li gor amarên raportê di 10 mehên sala 2021ê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm hezar û 853 karkeran di dema kar de canê xwe ji dest dane.

Di raportê de tê gotin ku mirinên di dema kar de herî zêde di sektorên înşaat, bazirganî û çandiniyê de çêbûne û bandora pandemiyê jî li ser wendahiyan hebûye.

Li gor raportê ji 165 karkerên ku canê xwe ji dest dane ji wan 145 kesan bo kesekî din û 20 ji wan jî di karê xwe de kar dikirin. Herwiha ji wan 16  jin û 5  koçber  û 2  jî zarok in.

Li gor amaran parêzgehên herî zêde mirin lê çêbûne wek Stenbol, Kocaeli û Antalya  hatiye rêzkirin.

Berî demekê Encûmena Ewlehiya Kar û Tendirustiya Karekeran (İSİG) di rapora xwe ya derbarê mirina karekeran de ragihand bû ku  di 19 salên destihilata AK Partiyê de li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 28 hezar 380 karkeran di dema  kar de  canê xwe ji dest dane.