Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê karesatên kanên komir û madenê

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di dem û serdemên borî de sektora madenan bûye sedema gelek mirinan. Piştî Somayê ku 301 karkerên kana komirê canê xwe ji dest dabûn, piştî wê jî ji ber karesatên hevawa mirinên li ser kar bi dawî nebûn.

Li Tirkiyê ligel mirina bi sedan karker di dema kar de lê sektora madenan berdewam e. Ji ber teqînên di kanên maden û komirê de bi hezaran karkeran canê xwe ji dest dane. Bi sed hezaran karkerên madenan jî birîndar bûne. Karesatên sereke yên madenan wiha ne:

Zonguldak - Armutçuk (1983): Ji sala 1941an û heta niha li gelek herêmên Tirkiyê di bûyerên kar de zêdeyî 3 hezar karkeran canê xwe ji dest dane, piraniya wan ji ber teqîna tîrêjên agir, qulbûn û şewitîna komir û kanên din bûye. Di van bûyeran de zêdeyî 100 hezar kes birîndar bûne. Di 7ê Adara 1983an de li Armutçuka Zonguldakê ji ber teqînê 103 karkerên madenê canê xwe ji dest dan.

Amasya – Yeni Çeltik (1990): Li kana komirê ya li Yenî Çeltika Amasyayê 7ê Adara 1990an teqînek çêbû û 68 kesan canê xwe ji dest dan.

Zonguldak – Kozlu (1995): 3ê Adara 1992an li navçeya Kozluyê ser bi Zonguldakê di teqîna madenê de 263 karkerên madenê canê xwe ji dest dan.

Yozgat – Sorgun (1995): Li bajarokê Soygunê ser bi Yozgatê 26ê Adara 1995an di teqînekê de 37 karkerên madenê canê xwe ji dest dan.

Kastamonu – Kure (2004): Di 8ê Îlona 2004an de li qezaya Kûre ya Kastamonuyê di kana sifir de agir derketibû û 19 kesan canê xwe ji dest dabûn.

Balikesir - Dursunbey (2006): Di 2ê Hezîrana 2006an de li navçeya Dursunbey a Balikesîrê di encama teqînekê de 17 karkeran canê xwe ji dest dan.

Bursa - Mustafakemalpaşa (2009): 10ê Kanûna 2009an li navçeya Mustafakemalpaşa ya Bûrsayê di teqîna kanekê de 19 karkeran canê xwe ji dest dan.

Zonguldak (2010): 17ê Gulana 2010an dli Zonguldakê di teqîna madenekê de 30 karkeran canê xwe ji dest dan.

Zonguldak - Kozlu (2013): 8ê Çileya 2013an li navçeya Kozluyê ya Zonguldakê di teqîna kanekê de 8 karkerên madenê canê xwe ji dest dan.

Manîsa - Soma (2014): Di 13ê Gulana 2014an de li navçeya Soma ya Manîsayê di kana madenê de agir derket 301 karkeran canê xwe ji dest dan û herî kêm 88 karker jî birîndar bûn. Ev karesat wek bûyera kar û madenê ya ku di dîroka Tirkiyê de herî zêde xelk canê xwe ji dest dan hat tomarkirin.

Karaman - Ermenek (2014): Cenazeyên 18 karkerên ku piştî lehiya 28ê Cotmeha 2014an li Ermenekê di kana komirê ya taybet de asê mabûn, 38 roj piştî karesatê hatin dîtin.

Sêrt - Şîrwan (2016): Di bûyera ku 17ê Mijdara 2016an li nêzîkê Madenkoya navçeya Şîrvanê ya Sêrtê di kana sifirê de pêk hat, 16 karkeran canê xwe ji dest dan. (Artigerçek)