Stenbol: Misirî bi kêran bi hev ketin!

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şîşliyê ya parêzgeha Stenbolê yê Tirkiyeyê 2 grûpên Misirî bi kêran bi hev ketin, yek jê giran 2 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan serê sibehê li ser Cadeya Halaskargaziyê ya navçeya Şîşliyê, di navbera 2 grûpên Misirî de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Piştî nîqaşê endamên her du grûpan bi kêran pev çûn.

Di pevçûnê de 2 kesên ji heman grûpê birîndar bûn ku birînên yekî ji wan giran in.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û her du birîndarên Misirî birin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin, êrişkarên ku piştî bûye reviyabûn ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin û lêkolîna li ser bûyerê berdewam e.