Li Stenbolê 6 otomobîl li hev qelibîn: Mirî û birîndar hene!

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bagcilarê ya parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê 6 otomobîl li hev qelibîn.

Di encama qezayê de kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Bagcilarê ya Stenbolê li ser otobana TEMê ji ber sedemeke nediyar 6 otomobîl li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û 5 kesên birîndar birin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku 3 aliyên rê yên ber bi Enqereyê ve ji ber qezayê hatine girtin.

Tîm hewl didin otomobîlên li hev qelibîne ji ser rê rakin.