Li Edirneyê 322 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edirneyê ya Tirkiyeyê, 322 koçberên ku dixwest biçin Ewropayê hatin desteserkirin.

Li gorî zanyariyan hêzên ewlehiyê yên Edirneyê, di çarçoveya xebatên rêgirîkirina qaçaxçîtiya koçberan de li navenda bajêr û navçeyan bi beşdariya tîmên taybet operasyon hatiye kirin.

Di operasyonê de di du otomobîlan de 12 koçberên Sûriyeyî û şofêrê her du otomobîlan bi hinceta qaçaxçîtiya koçberan hatin desteserkirin.

Herwiha li şofêrê otomobîlan 4 hezar û 500 lîre ceza hat birîn.

Li aliyê din di operasyonê de li navenda bajêr û navçeyan jî 310 koçberên ji welatên cuda hatin desteserkirin.

Koçberên ku dixwest biçin Ewropayê piştî karên fermî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Edirneyê hatin kirin.