Bîlgay Duman: Iraq zêdetir giringiyê dide Tirkiyê heta Îranê
Enqere (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tevî şandeke pê re serdana Tirkiyê kir û li Enqerê ji aliyê serokomarê Tirkiyê ve hate pêşwazîkirin. Di danûstandinên Ebadî û Erdogan de mijara petrola Kerkûkê û hewlên Tirkiyê yên ji bo vekirina deriyekî nû di navbera her du welatan de rojevên sereke bûn.
Di hevdîtina Ebadî û Erdogan de gotûbêj li ser meseleya ewlehiya sînoran, di mijarên parastinê de hevahengiya her du aliyan, mijarên av û elektirîk û enerjiyê hatine gotûbêj kirin. Di hevdîtinan de di heman demê de mijara petrola Kerkûkê û vekirina deriyekî nû di navbera Iraq û Tirkiyê de jî bûne rojevên sereke
Berpirsê Karên Derve yên AK Partiyê, Mehdî Eker derbarê serdana Ebadî bo Tirkiyê û encamên vê serdanê de ji Rûdawê re ragihand: Jixwe peywendiyên me û Iraqê di asteke baş de ne. Em dixwazin peywendiyên xwe hem di aliyê siyasî de hem jî di aliyê bazirganî û aborî de pêş bixin. Di rojeva me de tekoşîna hevbeş a li dijî terorê heye. Serdana birêz Ebadî ya ji bo Tirkiyê ji bo gotûbêjkirina hemû van meseleyan û pêşêxistina peywendiyên me bûye derfet.
Ji Navendên Lêkolînên Rojhilata Navîn (ORSAM) jî şarezeyekî peywendiyên Iraq û Tirkiyê dibêje, Ebadî ji Îranê zêdetir giringî bi Tirkiyê dide û Tirkiye jî di serdema nû de dê zêdetir nêzîkî Iraqê bibe.
Pisporê peywendiyên Iraq û Tirkiyê li Navendên Lêkolînên Rojhilata Navîn (ORSAM), Bîlgay Duman ji Rûdawê got: “Heyder Ebadî serdana xwe ya ji bo Îranê betal kir û tenê serdana Tirkiyê kir. Hem qeyran li Tirkiyê heye û hem jî dorpêçên Amerîkayê yên li ser Îranê, peywendiyên Iraq û Tirkiyê girîngtir dike. ji ber ku Tirkiye dikare bi rêya peywendiyên xwe yên bi Iraqê re; hem rewşa xwe ya aborî baş bike, hem jî polîtikayên xwe yên derve pêş bixe.”
Di peywendiyên xwe yên bi Iraqê re, Tirkiye herî zêde giringiyê bi hebûna PKKê li derdora Qendîlê û Şingalê û parastina sînoran dide. Di heman demê de piştî giştpirsiya Başurê Kurdistanê, Tirkiyê ji bo vekirina deriyekî nû li Pêşarburê pilanan datîne.