Kêr li anketorên HDPê dan

Navenda Nûçeyan – Li Enqereyê 2 kesên ji bo Partiya Demokratîk a Gelan rapirsî dikirin hatin kêrvedan.

 

Merve Tekin (26) û Mehmut Çelik (38) ji bo HDPê rapirsî dikirin, li nêzîkî avahiya Navenda Giştî ya HDPê ji aliyê hin kesên nasnameya wan nediyar ve rastî êrişê hatin.

 

Merve Tekin ji lingê xwe û Mahmut Çelik jî teşka xwe birîndar bû, lê rewşa wan baş e.

 

Hat gotin êrişker piştî bûyerê reviyan û hêj ne hatine girtin.

 

Herwiha hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînê kirin û dîmenên kamereyan kom kirin.