Li Îzmîrê erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Karaburunê ya Îzmîrê erdhejeke bi hêza 4,5 pileyan çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro navçeya Karaburunê ya Îzmîrê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 04:56an çêbûye û hêza wê 4,5 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 9,74 kîlometre bûye.

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.