HUDAPARê çend kursî bi dest xistin?

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor encamên nefermî berbijêrên HUDAPARê yên ku di lîsteyên AK Partiyê de ketibûne hilbijartinê, Serokê HUDAPARê Zekeriya Yapicioglu, Şehzade Demîr û Faruk Dînç wek parlamenter hatin hilbijartin.

Di hilbijartinên 14ê Gulanê de, li gorî encamên ku hîn wek fermî nehatine ragihandin, 3 endamên Partiya Doza Azad (HUDAPAR) kursiyên xwe yên parlamenteriyê bi dest xistin.

Serokê Giştî yê HUDAPARê û berbijêrê rêza 4emîn a Herêma 3emîn a Stenbolê ya AK Partiyê Zekeriya Yapicioglu, Sekreterê Giştî yê HUDAPARê û berbijêrê pileya 6emîn a AK Partiyê ya Dîlokê Şehzade Demir, Serokê şaxa Amedê yê HUDAPARê û berbijêrê rêza 4emîn a AK Partiyê yê Mêrsînê Faruk Dinç wek parlemanter hatin hilbijartin.

Ji HUDAPARê 4 kes ji lîsteyên AK Partiyê bibûn berbijêrê parlamenteriyê.

Hat diyarkirin ku Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli yê ku di rêza duyemîn a AK Partiyê ya Êlihê de berbijêr bû nikarî dengên pêwîst bi dest bixe û bibe parlamenter.