Çend berbijêrên jin ên YSPê diçin parlamentoyê?
Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên ne fermî yên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) 31 berbijêrên jin ên Partiya Çepên Kesk parlamenterî bidest xistine.
Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) ragihand ku li seranserê Tirkiyê %99ê sindoqan hatine vekirin û li gor wan encaman Partiya Çepên Kesk bi rêjeya 9.33 li 23 parêzgehan 62 parlamenter bidest xistine û ji wan 31 jin in.
Hejmara parlamenterên jin li parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê wiha ne:
Bakurê Kurdistanê
Amed: Halîde Turkoglû, Adalet Kaya, Sevîlay Çelenk Ozen, Ceylan Akça Cupolo
Wan: Pervîn Bûldan, Gulderen Varli, Gulcan Kaçmaz Sayyîgît
Mêrdîn: Salîha Aydenîz, Bêrîtan Guneş Altin
Êlih: Zeynep Oduncu, Nurten Ertugrul
Erzerom: Meral Daniş Beştaş
Dîlok: Sevda Karaca Demîr
Colemêrg: Oznûr Bartin
Qers: Gulistan Kiliç Koçyîgît
Mûş: Sumeyye Boz
Sêrt: Sabahat Erdogan Saritaş
Riha: Dîlan Kunt Ayan, Aliye Kizildamar
Şirnex: Newroz Ûysal, Ayşegul Dogan
Dêrsim: Ayten Kordu
Agirî: Nejla Demîr
Bedlîs: Semra Çaglar Gokalp
Tirkiye
Stenbol: Kezban Konûkçû, Ozgul Sakî, Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Çîçek Otlû
Îzmîr: Bûrcûgul Çûbûk
Edene: Tulay Hatimogûllari Orûç
Mersin: Perîhan Koca