Li Enqereyê kongreya Huda-Parê birêve diçe

Enqere (Rûdaw) – Îro li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê Kongreya Asayî ya 2yemîn Partiya Doza Azad (Huda-Par) tê lidarxistin.

 

Peymanêrê Rûdawê li Enqerê ragihand Kongreya Asayî ya 2yemîn Huda-Parê îro li Enqerê li Qesra  Pêşangaha Werzîşê ya Ataturkê  tê rêvebirin.


Peyamnerê me diyar kir ku Huda-Par dê wê kongreyê de Serokê xwe hilbijerê û Komiteya Rêvebiriya Navendî û Lijneya Dîsiplînê diyar bike.


Hat gotin ji bo namzediya serokatiya Huda-Parê têne serokê niha Zekeriya Yapicioglu hatiye destnîşan kirin.


Ji bo kongreyê çend partî û komeleyên li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û herwiha nûnerên partiyên Başûrê Kurdistanê jî hatine vexwendin û lê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nehatiye vexwendin.


Arîkarê Serokê Giştî yê Huda-Parê Erdal Elibuyuk jî diyar kir, ji ber ku HDPê ew ji bo kongereya xwe nevexwendin bûn wan jî ji bo wê yekê HDPê nevexwendine.