Enqere (Rûdaw) – Îro li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê Kongreya Asayî ya 2yemîn Partiya Doza Azad (Huda-Par) tê lidarxistin.
Peymanêrê Rûdawê li Enqerê ragihand Kongreya Asayî ya 2yemîn Huda-Parê îro li Enqerê li Qesra Pêşangaha Werzîşê ya Ataturkê tê rêvebirin.
Peyamnerê me diyar kir ku Huda-Par dê wê kongreyê de Serokê xwe hilbijerê û Komiteya Rêvebiriya Navendî û Lijneya Dîsiplînê diyar bike.
Hat gotin ji bo namzediya serokatiya Huda-Parê têne serokê niha Zekeriya Yapicioglu hatiye destnîşan kirin.
Ji bo kongreyê çend partî û komeleyên li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û herwiha nûnerên partiyên Başûrê Kurdistanê jî hatine vexwendin û lê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nehatiye vexwendin.
Arîkarê Serokê Giştî yê Huda-Parê Erdal Elibuyuk jî diyar kir, ji ber ku HDPê ew ji bo kongereya xwe nevexwendin bûn wan jî ji bo wê yekê HDPê nevexwendine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse