Osman Kavala careke din nehat berdan

Hewlêr (Rûdaw) - 13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê roja Înê 15ê Nîsana 2022ê li ser dosya karsaz û çalkavan Osman Kavala lêkolîn û giftugoya xwe ya mehane pêk anî.

Heyeta dadgehê bi hinceta ku di dosyeya Osman Kavala de ti guhertinek çênebûye, bi piraniya dengan biryara berdewamiya girtina Kavala da.

Endamekî dadgehê, di nêrîna xwe ya li ser dosyeyê de daxwaz kir ku Osman Kavala bi mercê kontrola edlî bê azadkirin, lê bi piraniya dengên endamên heyeta dadgehê, biryara berdewamiya girtina Kavala hat dayîn.

Rûniştina din a dadgehê ji bo doza `bûyerên Parka Geziyê` dê roja 22ê Nîsanê bê kirin.

Osman Kavala 18 Cotmeha 2017an hat desteserkirin û 1ê Mijdara 2017an bi “hewldana ji bo ji hole rakirina Destûrê”, “hewldana ji bo têkbirina hikûmetê” û herwiha “piştevaniya darayî bo xwepêşandanên Parka Geziyê” hat tometbarkirin.

Kavala serokatiya Enstîtuya Anadolu ya rewşenbîrî dike ku rêxistneke civaka sivîl e û berevaniyê li mafê mirovan bi taybetî bi rêya kultur û hunerê dike. Osman Kavala di heman demê de çalakvanekî mafên mirovan û karsaz e.

Di çarçova `çalakiyên Parka Geziyê` de 17 kes tên dadgehkirin û ji wan tenê Osman Kavala girtî ye.