Binpêkirina mafên mirovan û bi taybetî kiryarên ku li girtîgehan berdewam dibin sedema rexneyên li hemberî Tirkiye
Stenbol (Rûdaw) – Bi sedan girtiyên ku mafê berdana bi merc bidest xistine û heta bigihîjin wî mafî jî cezayê xwe kişandina nayêne berdan. Saziyên mafên mirovan amaje pê dikin ku rewşa girtîgehan her giran dibe. Li parlementoya Tirkiye jî tevî ku mijar bûye rojev tu gav nayên avêtin. Girtiyên ku divê bêne berdan ji ber raporên çavdêriyê yên rêveberiyên girtîgehan ku ew dibên 'halê baş' nehatiye tespîtkirin dibin sedem ku girtiyên bi salan di girtîgehan de mane neyên berdan.
Kiryarên li girtîgehan û nerazîbûna li hember berdewam e
Binpêkirina mafên mirovan û bi taybetî kiryarên ku li girtîgehan berdewam dibin sedema rexneyên li hemberî Tirkiye. Tevî ku bi dehan rapor û daxuyaniyên navdewletî rexneyên giran di van mijaran de li Tirkiye digirin, cîbicînekirina yasayan jî li hin qadan berdewam dike.
Bedrî Çakmak di sala 2011an de hat girtin û 11 salan li Amedê di zindanê de ma. Di hundir de bi nexweşiya pençeşêrê ket û ji ber ku dermankirineke birêkûpêk nebû heta 35 kîloyan daket. Piştî hewleke dûrûdirêj û raporên tipa edlî jî nehate berdan. Di dawiya 2021an de beriya ku salek ji cezayê wî re bimîne hate berdan lê piştî demeke pir kurt di 11ê adarê de jiyana xwe jidest da. Bi sedan girtiyên nexweş û girtiyên din ên ku mafê azadbûna bi merc bidest xistine ji ber raporên rêveberiyên girtîhan nayên berdan. Hiqûqnas didin zanîn ku rêveberiyên girtîgehan xwe dikin şûna dadwer û dadgehan û trajediya li zindanan girantir dikin.
`Li ser girtiyên siyasî pêvajoyeke bi givaş tê meşandin`
Gulseren Yolerî, Hevseroka Şaxa IHDê ya Stenbolê, dibêje, “Komîsyonên girtîgehê li ser halê girtiyan nirxandinekê dike û eger li gor wan halê wan ne baş be rê li ber azadbûna wan tê girtin. Kî hatibe seredana we, we çi axaftibe, bo kê name şandibe, axaftina bi malbatê re, hevalên ku hûn pê re dimînin ew hemû weke sedemên 'halê nebaş' têne hesibandin. Bi taybetî li ser girtiyên siyasî pêvajoyeke bi givaş tê meşandin.”
Rêveberiyên girtîgehan bi raporên xwe yên çavdêriyê berdewam rêya azadbûnê li pêşiya girtiyan dixitimînin. Bi sedan girtiyên ku salên dirêj di girtîgehan de mane û divê niha ew bi mercên taybet serbest bêne berdan bi hinceta ku li gorî rêveberiyên girtîgehan ew negihîştine 'halê baş' nayên berdan. Li gorî rêveberiyên girtîgehan ew girtî bi têra pêwîst ji helwest û niyetên xwe yên siyasî dûr neketine û divê ew berdewambin di zindanan de. Rêxistinên mafên mirovan vê rewşê weke qetilkirina hiqûq û dadweriyê bi nav dikin.
`Rêveberiyên girtîgehan xwe dixin cihê dadgehan`
Mûsa Pîroglû, Parlementerê HDP, dibêje, “Rêveberiyên girtîgehan xwe dikin cihê dadgehan girtiyên ku 29 salan 30 salî di girtîgehê de mane bin hinceta ku ew pabendî 'halê baş' nebûne nadin berdan. Ên ku li gorî fikr û ramana wan tevnagerin heta ên ku dibên em kurdin bi heman hincetê di hundir de radigirin. Ew yek ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan ve bi hinceta şikandina hêviyê hate cezakirin. Ya ku tê kirin peyameke ji bo hemû civakê û ji bo ku zindanî çend salên din di hundir de bimînin çi ji destê wan tê dikin.”
Li gorî amarên ku Komeleya Mafên Mirovan belav dike hejmara girtiyê ku li gorî qanûnan cezayê xwe temam kirine û divê bêne berdan derdora 300 kesî ye. Herwiha 605 jî girtiyên nexweşiyên giran hene ku her roj di hundir de berv bi mirinê ve diçin. Li gor rapora Komeleyê di sala 2021an de 28 girtiyan jiyana xwe jidest dane û hejmara binpêkirinan jî li gor 2020an du qat zêde bûye. Mafnas dibêjin ku girtîgehên Tirkiye bûne cihê binpêkirina hemû corên mafan û êdî rewş gihîştiye elerma sor.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse