Parêzerên Ocalan: Em îdiayên derbarê muwekîlê xwe de dişopînin

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzerên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ragihand ku ew  îdiayên têkildarî muwekîlê xwe bi cidî dişopînin û ji bo hevdtîna bi Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dane.

Parêzerên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, têkildarî parvêkirina îdiayên li ser medya civakî yên derbarê jiyana Ocalan de daxuyaniyek belav kirin û tê de dan zanîn ku ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Wezareta Edaletê ya Tirkiyê dan.

Parêzerên Ocalan dan zanîn ku herî dawî 3ê Adara 2020an malbata Ocalan bi wî re hevdîtin kiriye û di 27ê Nîsan 2020an de birayî Mehmet Ocalan bi rêya telefonê peywendî ligel pêk aniye.

Parêzer dibêjin ew îdiayên li ser medyaya civakî yên derbarê jiyana Ocalan de cidî digirin û ew niha hewldanên pêwîst pêk tînin.

Di daxuyaniya Parêzerên Ocalan de hat gotin: “Herî dawî 14ê Adara 2021an hin malperên nûçeyan û hesabên medyaya civakî, têkildarî jiyan û rewşa muwekîlê me îdiayên cidî kirine. Bêguman şertên tecrîdê rê didin nûçeyan bi vî rengî belav bibin. Ji ber ku ev îdia li ba me û li ba malbata muwekîlê me bûne cihê gumaneke mezin, divê raste rast em hevdîtin pêk bînin da ku ti guman nemînin. Divê di zûtirîn demê de mercên hevdîtinê ji me û ji bo malbatê were pêkanîn û daxwaza me ya serdanê neyê redkirin.”